Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi sedema çalakiyên li derheq baykota hilbijartinê, sedan kes girtine

11:48 - 2 Adar 2024

Rojekê berî şanoya hilbijartina rêjîmê, werzişvanekî temen 18 salî yê bi navê “Mardîn Gencî” ku li ser tora civakiya “Instagarm”ê rexne ji “Mihermedresûl Şêxîzade”, berboijêrê meclîsa rêjîmê girtibû, ji aliyê hêza îtilaat a spaha pasdaran a tirorîst ve li mala xwe de hate binçavkirin û bo ciheke nexiya hatiye veguhastin.

Herwisa rojekê berî şanoya hilbijartinê li Urmiyê de pitir ji 50 kes ji çalakên medenî û civakî bi sedema danana postên ku li hilbijartinê de beşdar nabin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ye rêjîmê ve hatine binçavkirin û heta niha qedera wan nerohne.

Herwisa li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê rêjîmê reşbigîriyekî berfireh destpê kiriye û çalakên li ser torên civakî girtine.

Roja hilbijartinê jî li piraniya nawçên Kurdistanê de, rêjîmê bi armanca evê ku dîmen û vîdeo yên baykotê û çoliya binkên dengdanê negehne ser torên civakî, tora Întirnêtê qut kiribû, yan hinde lawaz kiribû ku kesê nedikarî heta bo pêywendiyê jî mifahê jê wergire.

Li asta seranserî de jî, dehan û belkî sedan kes ji çalakên medenî û siyasî û civakî û kesayetiyên xuya ku bi aşkera basê baykotê dikirin, yan rexne ji deshilat û sîstima rêjîmê digirtin, hatine destbiser kirin, ku di nava wan de kesê deshilatdar yên rêjîmê, Axund, Mamostayên Zanîngehan jî hene.