Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên şehîdên şorişa dijî dîktatoriyê, serdana tirba şehîdan kirin

12:16 - 16 Adar 2024

Tevî hemû cehd û rêgiriyên rêjîma Îran, malbatên şehîdên serhildana seranserî ya “Jin Jiyan Azadî” li li deve devê cejna Newrozê û sala taze de, li ser tirba ezîzên xwe yên ku bi destê rêjîma dîktator a îslamî ve hatine şehîdkirin, kom bûn û ev bi bîr anîn û sala nû digel wan pîroz kirin.

Rêjîma Îranê bi givaşxistin bi ser malbatên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê dixwest ji serdena wan malbatan bo ser mezarê zarokên wan ên şehîd li dawî Pêncşemiya sala de, rêgiriyê bikin lê wan malbatan tevî hemû givaş û astengiyan li ser tirba zarokên xwe kombûn û sala nû digel wan pîroz kirin.

Li vê derheqê de rêjîma Îranê li goristana Xaweran ku gora bi sedean kesên siyasî û cudabîr e ku li sala 1367 a rojî de bi kom hatne êidamkirin, cehda rêgirîkirin ji malabta wan şehîdan dan û deriyê vê goristanê daxistin lê xelkê bi her awayekê li wî cihî ko gora bi koma sedan şehîdane kom bûn.

Herwisa malbata şehîdan li çendîn bajarên din de jî li vê rojê de serdana gora zarokên xwe yê şehîd kirin lê rêjîmê cehd kiribû ku rêgiriyê ji wan malbatan bike lê xelkê rê bi hêzên tepeserkar û bikirêgirtiyên rêjîmê neda.