Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê Newrozê li piraniya bajarên Kurdistanê, ji hemû salên berê bilindtir e

12:18 - 16 Adar 2024

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi gur û seheke netewî û bihêztir ji hemû caran, sersala nû li gund û bajaran de bi hilkirina agir û lidarxistina govend û dîlanê pîroz dike û sirûdên netewî distirîne û dirûşmên netewî dide.

Rêûresma pîrozkirina sersala nû û Newrozê ji aliyê xelkê xwedî helwîst û bi îradeya Rojhilatê Kurdistanê ve tê birêvebirin û tevî ku rêjîm bi pîlanên qirêj û hêzên xwe û bi kirêkirtiyan cehda kêmrengkirina rêûresma Newrozê dike, lê heta niha xelk agirê Newrozê wek serîhildanekê li hember sitem û bêdadiya rêjîma Îranê bi rê ve dibe.

Xelkê neteweparêz ê bajarê Seqizê li çiyayê “Caqil”, agirê Newrozê bi sirûdên netewî û dirûşmên wek “Jin Jiyan Azadî û Şehîd namirin” hilkirin û sersala nû pîroz kirin û agirê Newrozê li vê rêûresmê de ji aliyê “Emced Emînî” yê bavê Şehîd “Jîna Emînî” ve hate hilkirin.

Herwisa xelkê xwedîhelwîst ê bajarê Mihabadê tevî hemû rêgirî û amadebûna bi kirêgirtiyên rêjîmê û hêzên leşkerî û ewlehî û cihgîrbûna wan li sêrêyana “Hemzeawa”yê li tenîşta bendava Mihabadê, rêûresma Newrozê li dar xistin û agirek bilindtir ji her salê hilkirin û sersala nû û Newroza Kurdewarî pîroz kirin.

Herwisa li Pîranşarê alaya Kurdistanê hate bilindkirin û agirê Newrozê li ser bilindahiyan hate hilkirin.

Li devera Çemê Mecîdxan li gundê “Qeregul”,  li devera “Şiyan”, li çiyayê Rûş, gundê Daştemir, bajaroka Merxozî de rêûresma Newrozê bi beşdariya piraniya xelkê wan Deveran bi govend û dîlan bi hilkirina agirê Newrozê hate pîrozkirin.