Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa hekêriya “Edaleta Elî” çendîn pîlanên rêjîmê li xwenîşandanên nerîzatiyê de eşkere kirin

12:38 - 16 Adar 2024

Rêjîma Îranê li xwenîşandanên nerizayetî yên ji sala 1398 heta sala 1401 Rojî, çendîn pîlan û bernameyên qirêj bo rawestan li hember dengê azadêxwaziya xelkê Îranê de bi rê ve birîne ku girûpa hekêriya “Edaleta Elî”, ew eşkere kirine.

Pêka hinek belgeyên qatbendîkirî yên ewlehî yên rêjîma Îranê ku ji aliyê girûpa hekêrî ya “Edaleta Elî” ve hatine hekkirin û belavkirinê, rêjîma Îranê ji sala 1398 heta 1401 a Rojî, pîlan û bernameyên qirêj li hember xwenîşandanên nerizayetiyê de hebûne ku yek ji wan, tirsandina xelkê ji nemana ewlehî û aramiyê ye.

Herwiya qedexekirin a belavbûna amar û zanyariyên li derheq rêjeya kuştiyan, rêgirî ji tevlîbûna kesayetiyên berçav bi xwenîşandanan, cehd bo derzkirin li nav refên serekî yên neraziyan û tekezî bo nîşandana êrîş bo ser polîs li raporên deng û rengê rêjîmê de hatiye kirin.

Herwisa li wan raporan de îşare bi peydabûna girûpên nû yên neraziyan hatiye kirin.