Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema rabûna lehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de 18 kesan canê xwe ji dest da

12:18 - 21 Nîsan 2024

Bi sedema lehiya ku li 26ê Xakelêweyê ve li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de rabûye, heta niha 18 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî bêserûşûn e û rêjîmê jî ti alîkariyek negihandiye berketiyên lehiyê.

Pêka amarên ku “Kempêna Çalakvanên Belûç” belav kirine, rêjeya canjidestdan bi sedema lehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûşistanê, gihîşte 18 kesan û kesek jî hêj bêserûşûn e ku yek ji wan zarokek e bi navê “Armîn Askanî” temen 7 salî ye ku roja Înê 30ê Xakelêveyê, kevte nav lehiyê û canê xwe ji dest daye.

li rojên derbasbûyî de jî keçek 9 sal, kurek 10 salî û 2 nûgihan ên 17 salî li vê lehiyê de canê xwe ji dest dane.

Li halekê de ku pire xirab bûne rê hatine daxistin û pêka amarên rêjîmê ava 289 gund û 6 bajaran bi sedema vê lehiyê xisar dîtiye, çend roj e ku xelk bê hebûna ti alikariyek mane û rêjîmê jî ti karek bo wan nekiriye.

Li lehiya pêştir de jî xisar giheşte zêdetir ji 10 hezar kesî ku rêjîma Îranê bilî biryara dana wamê bi baceke zêde, ti karek bo wan nekiriye û ti xisarek jî bi xelkê nehatiye danê.