Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa parastina zanîngehan li ser xwendekaran gelek zêde bûye

12:21 - 21 Nîsan 2024

Heyameke ku givaşa rêjîmê bo ser jinan û keçan bi hêceta hicaba bizorê gelek zêde bûye û heta li zanîngehan de jî parastina zanîngehan givaşeke zêde bi teybet xistiye ser xwendekarên kiç.

Rêjîma Îranê bo perdepoşkirina neşiyan û bêhêziya xwe, û herwisa tolhildan li jinan û keçan li şoreşa Jînayê, tundûtîjî digel xelkê zêde kiriye û bi hêceta hicaba bi zorê jinan û keçan li ser şeqaman dikute an binçav dike û ew givaşe niha li zanîngehên Îranê de jî gelek zêde bûye û parastina zanîngehan ku ser bi dezgehên ewlehî yên rêjîmê ne, pirsgirêkan bo xwendekaran bi ataybet xwendekarên keç çê dikin û gelek caran rêgirî ji hatina wan bo zanîngehê û waneyan dikin.

Pêka raporên belavbûyî zanîngehên Îranê bi atybet li bajarê Tehran û Sinê de givaşa parastina zanîngehan bi hêceta hicaba bi zorê gelek zêde bûye û rêgirî ji hatina xwendekaran bo zanîngehê dikin û hinek ji wan xwendekaran li ber deriyê zanîngehê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê û pasratina hicaba bi zorê têne girtin, û tevî bêrîzîkirin, lêdan û kutanê bo navendên ewlehî têne veguhastin û li wan cihan de pirsgirêkên gelek micid bo wan çê dibin.

Hêzên rêjîmê, li ser şeqaman jinan û keçan bi awayekî hovane azar didin, dikutin û bêrêziyê bi wan dikin, bo azadkirina wan dirafek zêde ji wan distînin û wan rastî hinek pirsgirêkên mezin dikin.