Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê înkar dike ku Îsraîlê êrîş kiribe ser binkeya esmanî ya Îsfehanê

12:23 - 21 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê bi sedema neşiyan û herwisa tirs ji êrîşên zêdetir ên Îsraîlê, înkara êrîşa bo ser binkeya esmanî ya Îsfehanê dike û Wezîrê derve yê rêjîmê idia dike ku bi alavên lîstinê êrîş hatiye kirin.

Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê “Husên Emîrebdullahiyan” ku bo beşdarî li civîna Şêwreya Ewlehiya Saziya Netrewên Yekgirtî çoye New Yorkê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya NBC de gotiye: “Tehranê ti bernameyek bo bersivdan bi êrîşa roja Înê bo ser binkeya leşkerî ya Îsfehanê ku bi îsraîlê ve girê didin, nîne”.

Herwis navbirî îşare bi mûşekên bikarhatî li vê êrîşê de kir û îdia kir ku: “Ew wek alavên lîstinê bûne ku zarokên me jî bi wan dilîzin”!

Wî berpirsê çewtekar ê rêjîmê  herwisa îdia kir ku “heta em çi şerxwazyeke din ji Îsraîlê nebînin, em ti bersivekê nadin”.

Xuya ye ku rêjîma Îranê ji bersivdanê ditirse û Îsraîlê jî ku derba xwe li Îranê xistiye ti basek ji vê êrîşê nake.