Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa nûnera a Amerîka alîkariya 95 Milyard Dolariye amerîka bi ukrayîn û Îsraîlê erê kir

12:25 - 21 Nîsan 2024

Pêşniyara alîkariya ewlehî bi ukrayîn û Îsraîl û taywanê, ku besteyekî 95 Milyard Dolariye, li meclisa nûneran a Amerîka de hate pejirandin û tête çavnihêrîkirin ku li hefteya bê de, Sina ya Amerîka jî dana alîkariya han bi wan 3 welatan bipejirîne.

Gorî wê besta alîkariyê, nêzî 61 Milyard bi Ukraynê, 26 Milyard bi Îsraîl û pitir ji 8 Milyard Dolarî jî bi Taywanê tête danê.

Pejirandina alîkariya malî bi Îsraîl û Ukrayînê li Kongira Amerîka de, keyfxweşî û pêşwaziya Coe Baydên, Netenyaho û Zênlêskî bi dû xwe de anî.

Herdûk hizbên Dêmokrat û komarîxwaz bi yêkdengî erê dane bi wê alîkariya 95 Milyardiye Amerîka bi Ukrayîn û Îsraîl û taywanê.

Serkomarê Amerîka daxwaz ji Kongirê kiribû ku pêşniyara wî a alîkarîdan bi Ukraynêerê bikin, Coe Baydên piştî pejirandina wê alîkariyê li daxûyaniyekê de ragihand: Ev kare di demekî gelek hestiyar de hate kirin,  lewma ji aliyekê Îsraîl kevtiye ber êrîşa bê mînake rêjîma Îranê û ji aliyê din jî Ukrayîn berdewam ji aliyê Rûsiyê ve dikeve ber êrîşê û bombebarankirinê.