Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 10 sal girtîgeh bi ser mamostaya zimanê kurdî de sepand

12:27 - 21 Nîsan 2024

Dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê de 10 sal girtîgeh bi ser “Soma Pûrmihemedî”mamostaya zimanê Kurdî  ku yek ji endamên desteya birêveberiya “Encumena Çandî-Civakiya Nojîn”e, sepand.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê, “Soma Pûrmihemedî” mamostaya zimanê Kurdî ku herwisa yek ji endamên desteya birêveberiya “Encumena Çandî-Civakiya Nojîn”e, ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê de bi dadweriya “Keremî” 10 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmaşanê, bi ser de hate sepandin.

Dadgeha rêjîmê tohmeta “avakirina girûp û taqim bi armanca alozkirina ewlehiya welat” xistiye ustê “Soma Pûrmihemedî”.

Şanoya dadgehîkirina “Soma Pûrmihemedî” li 29ê Xakelêweyê bi rê ve ço û biryara dadgeha rêjîmê li roja Şemî 1ê Banemerê hate ragihandin.

Berê jî ji aliyê taya 106 a dadgeha cezakirina 2 a rêjîmê li bajarê Sinê, tohmeta “alozkirina aramiya giştî” bi “Soma”yê dabûn û yek sal girtîgeha ragirtî bi ser de sepandibûn.

“Soma Pûrmihemedî” li roja Çarşemî 28ê Befranbara 1401 de jî li dema lipeyketin bo dosyeya hevjînê xwe “Îdrîs Minberî” li dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê de hatibû binçavkirin û roja Duşemî 24ê Rêbendana 1401 bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayê demkî û heta dema dadgehîkirinê, hatibê serbestkirin.