Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa G 7: Em rêjîma îranê berpirsyarê kiryarên nehêminkirina deverê dizanin

12:29 - 21 Nîsan 2024

7 Welatên naskirî bi girûpa G 7 ku welatên Kanada, firanse, Alman, Îtaliya, Japon, Birîtaniya û Amerîka ne, li civîna xwe de li li Îtaliya bi rê ve ço, vê girûpê piştî dawîpêhatina civîna xwe bi belavkirna daxûyaniyekê ragihandin: Em wezîrên derve yên welatên G7 êrîşa rasterast a rêjîma Îranê bo ser Îsraîl bi tundî şermezar dikin. Rêjîma Îranê di vê êrîşê de sedan Mûşekên Balêstîk, Kurûz û diron havêtin û aloziyekî gelek metirsîdar çêkir.

G 7 ê ragihand: Em rêjîma Îranê berpirsê kiryarên şiltaxane û tevdaniya deverê dizanin û em amade ne bi dorpêçên zêdetir, yan heçî kiryarekî din, bersiva reftara şerxwaziya rêjîma Îranê bidin.

Di daxûyaniya G 7 ê de tevî nîşandana nîgeraniyekî zaf ji binpêkariya mafê mirov li Îranê de ji aliyê rêjîmê ve û bi taybetî bi dijî Jinan û kêmaniyên cuda, niha ev wekî cinayet bi dijî mirovatiyê hesibandiye.