Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Arman Benefşî”, ciwanê xelkê Sineyê 3 kes rizgar kirin lê canê xwe ji dest da

12:35 - 21 Nîsan 2024

Ciwanekî xelkê bajarê Sineyê bo rizgarkirina canê 3 kes ji cîranên xwe ku li bîrekê de asê bibûn û gefa mirinê li ser wan bû, ew 3 kes rizgar kirin, lê canê xwe ji dest da .

“Arman Benefşî” li roja Înê 31ê Xakelêweyê de bi cangorîkirina xwe karî 3 kesan ku li bîreke avê de asê bibûn û gefa mirinê li ser wan bû, rizgar bike lê bi xwe canê xwe ji dest da û pêka gotina xelkê hekî “Arman Benefşî” bi hawara wan kesan ve neçoba wan dê li bîra avê de canê xwe ji dest daban.

pêka nûçehên xwecihî li gundê “Xelîçiyan”ê ser bi bajarê Sinê, 3 kes ku kevtibûne nav bîra avê û gefa xendiqînê li ser wan bû, “Arman Benefşî” ku cîranê wan bûye bi hawara wan ve çoye û ev  rizgar kirine, lê heyf û mixabin , ev ciwanê fidakar bi xwe canê xwe ji dest dide.

Ew 3 kesên rizgarbûyî bo nexweşxanê têne veguhastin.