Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Hizba Dêmokrat li bajarê Urmiyê çalakiya teblîxî lidar xistin

10:40 - 22 Nîsan 2024

Endamên Hizba Dêmokrat li çend deverên bajarê Urmiyê de wêneyên rêberên şehîd belav kirin û soza xwe digel Hizba Dêmokrat nû kirin.

Endamên xebatkar ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li roja Înê 31ê Xakelweyê, li rêya geliyê “Berandêz” û li gundên “Cafiriyan û Nerele”yê ser bi bajarê Urmiyê, bi awayekî berfireh wêneyên rêberên şehîd “Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şertefkendî” belav kirin.

Endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat tevî rewşa ewlehî li deverê, ev çalakiya teblîxî lidar xistine.

Herwisa wan endaman tevî dubarekirina soza xwe digel rêbaza şehîdan, amadebûna xwe bo cîbivîkirina her erkek Hizbî ragihandin.