Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokek li Sîstan û Belûçistanê li avê de xendîqî

10:52 - 22 Nîsan 2024

Golên destkird ku li Belûçistanê de bi navê Hûtek têne naskirin, çavkaniya ava hewce ya xelkê ye ku gelek caran dibe sedema canjiderstdana jin û zarokan û vê carê jî zarokeke biçûk bû qurbanî.

Pêka rapora “Resed ê Belûçistan” keçeke temen 5 salî ya bi navê “Sêdna Cidgal” a keça “Ebdulbasit” ê xelkê gundê “Koç”ê ser bi devera “Baho Kelat” a ser bi bajarê “Deştiyarî”, kevte nav gola avê û canê xwe ji dest da.

Hûtek ku bi armanca paşkevtkirina avê têne çêkirin gelek caran bûye sedema bûyerên tal û heta niha rêjîma Îranê bo çareserkirina pirsgirêka ava hewce bo xelkê Belûçistanê ti pêngavek hilnegirtiye û projaya veguhastina avê ji Deryaya Emman bo beşên navenda Îranê, vê parêzgehê li xwe nagirê lê boriyên veguhastina avê bi tewawî li vê parêzgehê re derbas dibin lê xelkê Belûç jê bêpar e.