Di 22ê Nîsan a sala 1898`an de, ku “Miqdad Medhet Bedirxan”, yekemîn Rojnama Kurdî ya bi navê Kurdistanê li Qahirê çap û belav kir, heya niha Rojnamevaniya Kurdî sedan astengî derbas kirine û di nava neteweyekî bindest de ku di çend gerên kurt nebe, hikûmet û deshilat çinebûye heta ku piştevanê Rojnamevaniyê be, lê serkevtina mezin di warê gihandin û rastiya li belavkirina zaniyariyên serrast û parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî de tomar kiriye
Rojnamegeriya îro rojê ya Kurdî, herçiqas di warê teknîkî ve pêşkevtina zaf bi xwe ve dîtiye û derfet gelek zêdetirin, lê hewceye ku pêbendê 3 bingehên sereke yên Rojnamevaniya Kurdî be: Derwestî li hember heqîqet û rastiyê, parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî, parastina sînorê berjewendiya bilind a Netewî û niştîmanî.
Di salvegera Rojnamevaniya Kurdî de tewî pîrozbahî ji hemû Rojnamevanên derwest ên Kurd û Kurdistanê, em hivîdarin ku astengiyê ser rêka azadiya hizir eyan kirinê û weşanê, ku ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê û bi taybetî Komara Îslamî ve dikevine ser rêka rojnamevanan, ji nav biçin û Rojnamevaniya Kurdî di rewşekî azad de bi pêbendbûn bi rastî û derwestiya bo pêşkevtina Kurd û Kurdistanê, zêdetir pêş bikeve.