Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ev Şer e, yan jî maşkanê û xapandina raya giştiye?

00:51 - 23 Nîsan 2024

N. Nûredîn Sofîzade

 

 

Îsraîlê Roja 1ê Nîsanê êriş kire ser Konsulxaneya Îranê ya li Şamê, di vê êrişê de ji hêzên ewlehiyê yên Îranê 7 pastar û pilebilindên leşkerî hatne kuştin.

Ev yêkim car bû ku Îsraîl bi aşkera û rasterast êrîşekî bi wî awayî bike ser rêjîma îranê ku axa balyozxane û kunsulxaneyên her welatekî li welatekî din de, bi axa wî welatî anku xwediyê balyozxanê tête hisabê.

Rêjîma Îranê ku gelek caran derbên mezin ji Îsraîl xwarinê, lê qet çavnihêriya êrîşekî wiha rasterast nedikir, lewra kevte nav anal û bizmaran û ji aliyekê kevte jêr givaşa alîgirên xwe yên tundajo li nava rêjîmê de ku dive tolê bistîne, ji aliyekî dine jî baş dizanî ku ger êrîşekî bike ser Îsraîl, êdî renge her wisa bi sanahî ji vê qopiyê xelas nebe û renge rastî şerekî kavilker û berteka Îsraîl bibe ku ev jî dê bibe sedemê herifîna stûnên wê yên rizî.

Deshilatdarên rêjîmê û serweyî hemiyan Elî Xamineyî û piledarên sipaha terrorist, bi armanca razîkirin û têr kirina alîgirên hizra tolhildanê, di heyamê nêzî 15 rojan pirûpagende kirin ku div Îsraîl bête tembîkirin.

Hevdem digel vê pirûpagenda xapandina alîgirên xwe, kevtne nava danûstandina û pêywendiya digel welatan û bi taybetî Amerîka ku hewceye bi armanca razîkirina hizra tundajoye navxweyî dive em sinaryoyekî êrîşkirinê encamp bidin û bikarin abûr û hetka çoyî heya qasekê box we bikirin.

Belê herwerk rêkevtina dema êrîşa rêjîmê bo ser Eynûl Esedê di gel Amerîka û agehdarkirin û çolkirina wî binkeyî ji aliyê Amerîka ve heta ku xisra negeheîje hêzên Amerîka, wê care jî 15 rojan ser hev kevte dîplomasiyê ku Amerîka û Rojava bila Îsraîl razî bikin ku îzna êrîşekê bide min ku encamp bidim, gorî gotina Wezîrê derwe yê rêjîmê, soz dabû Amerîka ku ev êrîşa dê sinûrdar û bê xisar be bo Îsraîl.

Lê dîsan kum ço serê rêjîma Îranê û bi êrîşekî sedan mûşekî û dironî bo ser Îsraîl zêdetir li qopiyê de bat bû, Îsraîl jî bona parastina hetka xwe û nîşandana hêza xwe, êrîş kire ser binkên serbaziye rêjîmê li parêzgeha Îsfehanê.

Gelo ev şer dê ber bi kîve biçe û encamp dê çi be, û dê çi guhertinan pêk bîne, gelek zûye ku mirov bersivê wergire.