Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavdêrê mafê Mirovî, îşkence û destdirêîjî bo ser girtiyên şoreşa Jînayê piştrast kir

11:45 - 23 Nîsan 2024

Saziya Navnetewî ya Çavdêrê Mafê mirovî, îşkencekirin û destdirêjîya hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bo ser girtiyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê piştrast kir.

Saziya Navnetewî ya Çavdêrê Mafê mirovî bi belavkirina raporekê li roja Dûşemî 3ê Banemerê, ragihand ku hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê tevî serkutkirina xwenîşandanên nerizayetî yên “Jin Jiyan Azadî” li sala 1401 a Rojî, kesên binçavkirî îşkence kirine û destdirêjiya bi ser wan de kirine.

Li vê raporê de bi tekezî hatiye ragihandin ku destdirîjiyên gelek tund, beşek ji mînaka berfirehtir a binpêkirinên micid ên mafê mirov bo tepeserkirin û serkuta dijberan li Îranê de ye”.

Li vê raporê de bas ji destdirêjiya hêzên ewlehî û îşkencegerên rêjîma Îranê hatiye kirin ku destdirêjiya bi ser jin, mêr,  keç û zarokan hatiye kirin û li vê derheqê de belgeyên taybet li ber dest vê saziya navnetewî de hene.

Herwisa li vê raporê d îşare bi xwekujiya hinek kesan hatiye kirin ku piştî îşkence û destdirêjiyên hêzên ewlehî, xwe kuştine.

Li vê raporê de daxwaz ji Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî kiriye ku li karê xwe li îranê berdewam be û nigeraniya xwe li hember asta berfirehî û şêwazên gelek tundûtîj bo serkutkirina neraziyan li Îranê nigeraniya xwe daye xuya.