Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azimayîşgeh li Îranê de rastî şikestê hatine

12:03 - 24 Nîsan 2024

Bi sedema piştevanînekirina rêjîmê ji ceribangehan “Azimayîşgeh”, ew rastî şikesta yekcarî dibin û neçar in dest ji karê xwe berdin û ew yek li ser tendirustiya xelkê bûye gefek micid.

Pêka rapora “Ticaret News” a rêjîma Îranê, hinek ji ceribangehan bo xwederbaskirin ji şikestê, belgeyên sexte yên ceribandinê didin xelkê, ew yeka li halekê de ye ku nirxa wan ceribandinan bo xelkê gelek bilind e û piraniya xelkê hejar, nikarin xercê ceribandinê dabîn bikin û dest jê hilgirtine.

Ji aliyê din ve, “Îrec Xusroniya” yê serokê “Encumena Pisporên Navxweyî” gotiye: Dema ceribangeh şiyana dabînkirin a xercê xwe nebin û nekarin alavên hewce bi sedema bilindbûna nixan dabîn bikin, an neçar dimînin karê xwe bisekinîn an belgeyên sexstê bidin nexweşan an alavên kevin û rizî bi kar bînin ku encama cerbandinê bi serastî nadin xuya.

Pêka vê raporê, xercê ceribangehan nêzî 8 qat anku %800 bilind bûye û ti alîkariyek bo wan ceribangehan nayê kirin.

Hejarî û bilindbûna nirxan, xemsariya rêjîmê û gendelî û diziya milyard Dolarî ya berpirsan û şandina dirafê dahata xelkê bo derve bi armancên siyasî û terorîstî, jiyana xelkê Îranê ber bi kendalê herifîna aborî û hilveşîna civakî ve dibe.