Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji Nîveya fermandeyên Hizbullahê li başûrê Lubnanê hatine kuştin

11:40 - 25 Nîsan 2024

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragihand ku balafirên şerker ên Îsraîlî, êrîş kirine ser zêdetir ji 40 armancan ên Hizbullahê û herwisa got ku zêdetir ji nîveya fermandeyên Hizbullahê heta niha hatine kuştin.

Roja Çarşemî 5ê Banemerê, “Yoav Gallant” ê Wezîrê berevanî yê Îsraîlê ragihand ku li êrîşên Îsraîlê bo ser Hizbullaha Lubnanê, zêdetir ji nîveya fermandeyên wan kuştine; Herwisa Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku balafirên şerker ên Îsraîlê, li roja Çarşemiyê de zêdetir ji 40 armanc li deverên derdora gundê “Eyta El-Şe`ib” li kûrahiya 3 kîlometriya axa Lubnanê kirine armanc û teqandine.

Pêka vê raporê, enbarên cebilxane û jêrxanên Hizbullaha Lubnanê li vê deverê de hatine teqandin.

Herwisa Yoav got: “Operasiyonên Artêşa Îsraîl li başûr û bakûr û hemû cihên din ên Lubnanê de bi awayekî berfireh berdewam bin û heya niha encmên gelek berçav hebûne.

Berpirsekî Hizbullahê li derheq axaftinê “Yoav Gallant” de îdia kir ku gotinên Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê bê bingeh in û bi tenê bi armaca dana rûhiyê bi Îsraîliyan e”!