Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka yasaya “Jîna” ya bi navê Yasya “Mehsa”yê wajo kir

11:44 - 25 Nîsan 2024

pêka yasaya “Mehsa” ku çendîn aliyan li xwe digre, serkomar erkdar dike ku bo dorpêçkirina ofîsa Elî Xamineyî û serkomarê rêjîma Îranê biryarê bide û Serkomarê Amerîka ew yasaya wajo kir.

Serkomarê Amerîka “Jeo Biden” yasaya Jîna ya li jêr navê “Yasaya Mehsa” wajo kir û niha û pêka vê yasayê, Serkomar û dewleta Amerêka Erkdar dibe ku rêbnerê rêjîma Îranê û serkomarê vê rêjîmê bi sedema binpêkirina eşkere ya mafê mirov bêxe nava lîsteyê dorpçan.

Herwisa pêka vê yasayê, navendên ser bi rêberiya rêjîmê, navend û berpirsên wan ên ku ji aliyê rêberê rêjîmê ve hatine danîn û hemû demûdezgeh û damezraveyên jêr çavdêriyên wan, dê li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê de bêne zêdekirin.

Vê pêkê Amerîka dikare rêjîma Îranê û berpirsên vê bêxe nav dorpêçên herî dijwar.

Pêka vê yasayê, ku Serkomarê Amerîkayê wajo kiriye, divê biryarê li ser çawatî û şêwaza dorpêçkirina “Elî Xamineyî” û serkomarê êjîmê “Îbrahîm Reîsî” û hemû navend û demûdezgehên girêdayî bi wan bide.