Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser Tûmac Salihî, berdewamiya siyaseta rêjîmê bo tepesrerkirin û jinavbirin dijberan e”

12:00 - 27 Nîsan 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurtdistana Îranê, li derheq sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser “Tûmac Salihî”, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Sepamdina cezaya bidarvekirin bi ser #Tûmac Salihî, yê stranbêj û repêr bi sedema helwîst û nerizayetiyên wî bi dijî siyasetên rêjîma Komara îslamî, bi tohmeta “Mufsidê Fîl Erz”, berdewamiya siyaseta rêjîmê bo tepeserkirin û jinavbirina dijberên xwe ye.

“Tûmac Salihî” ku stranên wî zêdetir aliyên siyasî hene û naveroka wan nerizayetî li dijî rêjîmê ye, bi dirustî enya xebat dijî sitemkariyê hilbijart.

Tevî şermezarkirina vê cezaya nemirovane, em daxwazkarê piştevaniya navendên Mafê Mirovî, bo hilveşandina cezaya bidarvekirina wî girtiyê siyasî dikin.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurtdistana Îranê

7ê Banemra 1403 a Rojî