Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq hukmê bidarvekirina Tûmac Salihî, daxuyaniyek belav kir

12:02 - 27 Nîsan 2024

Li çend heftiyên derbasbûyî de ‘ piştî tuntirbûna givaşan ji aliyê hêzên Komara Îslamiya Îranê ve bo ser tevgera “Jinan” û azardan û bêrîzîkirina bi wan li ser şeqaman, belavbûna nûçeya sepandina cezaya bidarvekirinê bi ser “Tûmac Salihî”, hunermendê xoşvanê xelkê û xwedîhelwîst, pêlek ji kerb û nerizayetî li Îranê û li asta navnetewî de bi rê xistiye.

Sepandina wî cezayê nerewa bi ser Tûmac Salihî li halekê de ye ku pêştir li dadgeha bilind anku “Dîwanê Aliya Kişwer” de cezaya sepandî ya pêştir a dadge şoreş a Îsfehanê hatibû hilveşandin û Tûmac piştî salek û 21 rojan bi danîna barimteyê û bi awayê demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin, lê ji nû ve dosyeya wî bi taya 1 a dadgeha Îsfehanê hate şandin û li wir de vê carê cezayê bidarvekirinê bi ser Tûmac Salihî de hate sepandin.

Bê şik, ew cezayê nerew berî hemû tiştekê nîşaneya bêzarî û kerbên zêde yê Komara Îslamî ji xelkê hişar û serîhildayî yên Îranê ye û dixwazin bi destavêtin bi tepeseriya tundûtîj û bi xwîn, bo heyameke din temenê rêjîmê dirêjtir bikin.

Tûmac Salihî, yek ji hunermendên bivêr û dengên netirs ên tevgera “Jîna”yê ye ku her ji destpêkê ve li nava xelkê de, dengê nerizayetiya xwe bi dijî desthilatdarên Komara Îslamî bilind kiriye û bi taybet piştevanîkirina xwe li xelkê Kurdistanê daye xuya, lewma wiha kevtiye ber kerb û kîna rêjîma Koimara Îslamî û dixwazin bi wî awayî tolê jê hildin û cezaya giran bi ser de bisepînin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina sepandin cezaya nerewa ya bidarvekirinê ji aliyê dezgeha dad a Komara îslamiya Îranê ve bi ser Tûman Salihî, daxwazê ji civaka navnetewî, navendên xwedî bandor ên cîhanê, partî û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê dike ku hemû cehda xwe bikin bo hilveşandina vê cezaya nerewa û rizgarkirina canê “Tûmac Salihî”.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

7ê Banemera 1403