Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê çend kesên ser bi girûpa “Emel” a ser bi rêjîma Îranê Kuştin

11:40 - 6 Nîsan 2024

Êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Lubnanê, berfirehtir bûne û binkeyke girûpa “Emel” a ser bi rêjîma Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hate teqndin û çendîn kes ên vê girûpa ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin.

Roja Înê 17ê Xakelêweya 1403 a Rojî li êrîşeke esmanî ya Îsraîlê bo ser binkeyeke girûpa “Emel” a ser bi rêjîma Îranê li başûrê Lubnanê de 3 kes ji endamên vê girûpê hatine kuştin û bînaya ku binkeya vê girpê bûye li vê êrîşê de hatiye teqandin.

Ew êrîşe hevdem digel birêveçona bernameya roja quds a rêjîma Îranê hatiye kirin.

Heta niha ti zanyariyeke zêdetir li derheq nasnameya wan endamên girûpa “Emel” û pile û payeyên wan, ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Rêjîma Îranê heta niha li hember kuştina milîsên ser bi rêjîma Îranê de bi tenê dirûşm dane û heta niha li kiryar de ti karek nekiriye.