Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê huşdarî da rêjîma Îranê

11:43 - 6 Nîsan 2024

Amerîkayê huşdar da rêjîma Îranê ku nabe bi hêceta êrîşa Îsraîl bo ser kunsolxaneya rêjîma Îranê li Sûriyê, personel û damnezraveyên Amerîkayê bike armanc.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê li hevpeyvîn digel “CNN” a Amerîkayê de gotiye ku Amerîkayê huşdariyeke micid daye rêjîma Îranê ku nabe bi hêceta êrîşa Îsraîl bo ser kunsolxaneya rêjîma Îranê li bajarê Demişqê, personel û damezraveyên Amerîkayê bike armanc.

Herwisa “CNN”ê daye zanîn ku ew huşdarîdan li peyamekê de bi rêya dewleta Swîsê bo berpirsên rêjîma Îranê hatiye şandin û herwisa vê kanala têlêvîzyoniya Amerêkayê daye zanîn ku ji naveroka vê huşdarîdanê ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.

Li halekê de ku berpirsên rêjîma Îranê mijûlî dana dirûşma tolhildanê ne, rêjîmê heta niha neklariye ti êrîşerkê li bersiva kuştina terorîstên spaha quds, bike ser Îsraîlê.

Berpirsên rêjîma Îranê, Amerîkayê wek berpirsê vê êrîşê binav dikin.