Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê sal girtîgeh biser welatiyekî xelkê bajarê Sine hate sepandin

11:49 - 6 Nîsan 2024

Tarîq Rehîmpûr welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sine, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamiya Îranê ve 3 sal girtîgeh biser de hate sepandin.

Li gorî nûçeya Rêkxirawa Mafê Mirove Hengawê, Tarîq Rehîmpûr temen 39 sal û xelkê gundê Ewîheng ya ser bi bajarê Sine , ji aliyê Taya yek a dadgeha Şoreş a Sine bi dadweriya binav dadwer Keremî bi tohmeta, pirûpagende dijî Hikumetê û Endambûn li hizba Demokrata Kurdistanê, sê sal girtîgh biser de hate sepandin.

Her li gor nûçeya Hengawê, Îdareya Îtilaata Sine heya niha hinek kelûpelên taybetî yê Tarîq Rehîmpûr wekî telefona wî hêj venegerandine.

Malbata Tarîq Rehîmpûr li hevdîtin digel navbirî li heyama girtinê de hatine bê parkirin û navbirî li girtîgehê de bo îtirafa bi zorê, li jêr îşkencê de bûye.

Tarîq Rehîmpûr, piştî nîvroya roja Çarşemî 29ê Xermana 2722an,  bi êrîşa 12 kes ji endamên Îdareya Îtilaatê bi awayekî tundûtîjane li dukana xwe de hate girtin.

Navbirî roja Duşemî despêka heyva Xezelwera 2722 an bi dana barimteya yek milyard Tûmenî heya dawî qonaxên dadgehiya xwe bi awayekî demkî li girtîgeha Navendî ya bajarê Sine hate azadkirin.