Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê rêgirî ji birêveçona rêûresma ji dayîêkbûna şehîd “Armîta Girawend” kir

11:54 - 6 Nîsan 2024

Hêzên îdareya îtilaata rêjîmê, bi êrîşkirin li ser rêûresma ji dayîkbûna şehîd “Armîta Girawend” li ser gora vê keça Kurd li bajarê Têhranê, rêûresm têk dan û xelkê beşdar ji goristanê derxistin.

Roja Înê 17ê Xakelêweya 1403 a Rojî hêzên ewlehî û kinc şexsî yên rêjîma Îranê li bajarê Têhranê, êrîş kirine ser rêûresma ji dayîkbûna şehîd “Armîta Girawend” ku li ser gora vê şehîda nûciwan li goristana “Bihiştê Zehra”yê de bi rê ve diço û ew rêûresme têk dan û xelkê beşdar li vê rêûresmê de bi tundûtîjî, ji goristanê derxistin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, hêzên ewlehî yên rêjîmê bi awayekî hovane û bi tundûtîjî û bêrîzîkirinê, mobayl û kartên nasnameya beşdarbûyên li rêûresmê kontrol kirine û piştî têkdana vê rêûresmê, ji goristana “Bihiştê Zehra” derxistine.

Şehîd “Armîta Girawend” li 17ê Xakelêweya 1385 a Rojî li bajarê Kirmaşanê de ji dayîk bû û li 6ê Xezelwera 1402 a Rojî şehîd bû, ev keça Kurd, bi sedema derbên hêzên parastina hicaba bi zorê li mêtroya Têhranê kevte rewşa Komayê û 28 rojan li vê rewşê de li nexweşxaneya leşkerî ya “Fecr” de hate ragiritin û li 6ê Xezelwerê de, şehîd bû.