Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsraîl xwe bo egera êrîşa tolhildana rêjîma Îranê amade dikin

11:56 - 6 Nîsan 2024

Hevdem digel gefên deshilatdarên rêjîma Îranê bo tolhildana êrîşa Îsraîl bo ser Balyozxana rêjîmê li Sûriyê ku bû sedemê kuştina çendîn pastarên herî pile bilinde Rêjîmê, Amerîka û Îsraîl xwe anmade kirine bo bersiva egera heçî êrîşekî rêjîma Îranê.

Rêjîma Îranê piştî êrîşa Îsraîl bo ser Balyozxana xwe, berdewam gefa tolhildanê kiriye, deshilatdarên rêjîmê dibêjin ev êrîş bê bersiv namîne.

Rêjîma Îranê ragihand ku me peyamek daye Amerîka ku xwe dûr bigre li agirê tolhildanê li Îsraîl, Amerîka jî ragihand li egera heçî kiryar û êrîşekî rêjîma Îranê bo ser binke û hêzên Amerîka, xwe amade kiriye bo bersivdan bi rêjîma Îranê.

Rojnamên Amerîkayî ragihandine ku Amerîka û Îsraîl xwe amade kirine ku cihaba hecî êrîşekî tolhildana Îranê bidin.

Tevî evê ku parekî berçav ji deshilatdarên rêjîma Îranê tekesiyê dikin ku divê tolê hildin û êrîş bikne ser Îsraîl, lê parekî din ji deshilatdaran haydarî dane ku heçî êrîşek bo ser Îsraîl, dikare şaşiyekî mezin be û bibe sedemê berteka tunde Îsraîl û Amerîka û êrî bo ser axa Îranê.