Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerê dêrîn yê Hizba Dêmokrat koça dawiyê kir

12:03 - 6 Nîsan 2024

“Haşim Kerîmî” Kesayetiyê siyasî û têkoşerê dêrîn û endamê berê yê rêberiya Hizba Dêmokrat li Birîtaniyayê koça dawiyê kir.

Sibêdeha roja înê 17ê Xakelêweya 1403 a Rojî,  Kak “Haşim Kerîmî”  Kesayetiyê siyasî û têkoşerê dêrîn û endamê berê yê rêberiya Hizba Dêmokrat li temenê 86 saliyê de koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” li salên dawia dehka 30 ya Rojî de wek endamê nihênî tevlî refên Hizba Dêmokrat bibû, li kongireya 3yem a Hizba Dêmokrat li sala 1352 wek endamê rêberatiya Hizba Dêmokrat hate hilbijartin û li berdewamiya kar û tekoşin û jiyana hizbatiya xwe de tevî li stugirtina çendîn berpirsyaretî, çend dewreyan endamê Komîteya Navendî û Deftera Siyasî ya Hizba Dêmokrat bûye.

Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat sersaxîyê dide malbata xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî” û, xwe şirîkê xema wan dizane.

Li vê derheqê de Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê daxuyaniyeke teybet belav kir.

Li daxûyaniya Navenda Birêveberiya Hizbê de tevî amaje kirin bi jiyanname û qonaxa tevlîbûna bi refên Hizbê û herwisa erk û berpirsayetiyên nemir kak Haşim Kerîmî, li dawiyê de ragihandiye: Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawiya xwedêjêrazî “Haşim Kerîmî”,  sersaxiyê dide, hevjîn, keç û kurên wî û hemû kesûkarên malbata xweşnav û xebatkara  “Kerîmî” li bajarê Bane û hemû hevçeperên wî yên li nav Hizba Dêmokrat û tevgera siyasî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. rihê wî şad û rêbaza wî pir rêvîng be.