Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya kedkarên pîşeya Pola li Ehwazê, rastî tundûtîjiyê hat

12:06 - 6 Nîsan 2024

Kombûna nerizayetiya kedkarên nerazî yên kompaniya pola ya bajarê Ehwazê, rastî êrîşa darbidestên parastina vê kompaniyê hat û tundûtîjî li navbera wan û kedkarên nerazî de çêbû.

Roja Şemî 18ê Xakelêweyê, hejmarek ji kedkarên nerazî ji biryara derxistina wan ji ser karê wan li kompaniya “Gurûhê Sen`etiyê Fûlad” a bajarê Ehwazê ku dixwestin bo nîşandana nerizayetiya xwe li beranberî deriyê kompaniyê, xêvetan hildin, rastî êrîşa kesên parastina vê kompaniyê hatin.

Pêka raporên belavbûyî, wan kesên parastina kompaniyê bi çomaq û daran êrîş kirine ser kedkarên nerazî û ew kutane.

Ew kedkarên nerazî li destpêka salê de bi sedema beşdarî li xwenîşandanên nerizayetî yên vê dawiyê ji kar hatibûne derxistin û wan kedkaran dixwestin bi lidarxistina kombûnê, nerizayetiya xwe ji vê biryarê û biryarên din ên derxistina kedkaran bidin nîşandan.

Wan kedkaran gotine ku ew kesên li parastina vê kompaniyê de bi kincên kedkaran êrîş kirine ser wan, kesên bi kirêgirtî ne.