Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend Elî Zendî li welatê Kanada bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir

12:08 - 6 Nîsan 2024

Şeva Pêncşemiyê 16ê Xakelêwa 1403an a Rojî, hunermend Elî Zendî li temenê 67 saliyê de bi sedema nexweşiyê li bajarê Torênto a  welatê Kanadayê koça dawî kir.

Elî Zendî xelkê bajarê Sine bû, lê berî vê ku Rojhilatê Kurdistanê bi cil bihêle bo heyama pitir ji 20 salan li bajarê Urmiyê dijiya.

Sitrana binavûdenge wî , “Bo Diwacare be cêt dêlim” yek ji şahkarên mûzîka Kurdî berhema wî hunermendî ye.

Ev Sitranbêj û Muzîsiyen bû û piştî xwe gelek berhemên hunerî bo çand û toreya Kurdewarî bi cî hêlan.

Navenda Ragehandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawiya hunermend Elî Zendî sersaxiya xwe li malbata navbirî û civaka hunerî a Kurdistanê dike û xwe şerîkê vê xemê dizane.