Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cehdên parastina jîngeh û çandina daran li Kurdistanê berdewam in

13:51 - 6 Nîsan 2024

Li Rojhilatê Kurdistanê de bo parastina jîngeh û parastina xweza û sirûşta Kurdistanê û herwisa qerbûkirina beşek ji şewitandin, birîna daran û siayestên kawilker ên rêjîma Îranê, cehdên parastina çandina daran berdewam in,

Li berdewamiya çalakiyên “Encumena Kesk a Çiyayê Merîwanê” bo zindîkirina daristanên Zagrosê, li roja Pêncşemî 16ê Xakelêweyê, li cehdkirineke parastina jîngehê de zêdetir ji 600 şitlê darên Berû û Qezvanê li Qelaya “Merîwan”ê de hatine çandin.

Gotinî ye ku ew cehdkirina ji aliyê “Encumena Kesk a Çiyayê Merîwanê” ve bi hevkariya xelkê xwebexş û jîngeparêzên Merîwanê, bi rê ve çoye.