Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîlê bo ser Hizbullaha Lubnanê berdewam in

10:56 - 17 Nîsan 2024

Li 2 êrîşên cuda de, Îsraîlê fermandeyekî Hizbullaha Lubnanê kuşt û 2 kesên din jî birîndar kirine û herwisa êrîşeke din jî encam daye ku heta niha ti amarek ji kuştî an birîndaran belav nebûye.

Roja Sêşemî 28ê Xermananê, hêza esmanî ya artêşa Îsraîl li 2 êrîşên cuda de li deverên “Eyn Be`al û Şehabiye” li başûrê Lubnanê de fermandeyê hêza qiraxaviya hizbullahê yê bi navê “Îsmaîl Yûsif Baz” ê naskirî bi “Ebû Ceifer”  kuştiye û 2 milîsên din jî birîndar bûne.

Heta niha li ser rewşa wan milîsên birîndaran û nasnameya wan ti zanyariyek belav nebûye.

Herwisa li devera “Şehabiyê” de jî Îsraîlê êrîş kiriye ser Hizbullahê lê hêj amara kuştî an birîndarên vê êrîşê belav nebûne.

Herwisa li demjimêrên şeva Sêşemî 28 Xakelêweyê, hêza esmanî ya Artêşa Îsraîl li bajarên “Mensûrî û Kefra”yê de binkeyên Hizbullahê kirine armanca rakêtan û pêka amarên destpêkî 3 kes ji fermandeyên hêza “Rizwan” a Hizbullahê hatine kuştin ku heta niha bi serastî navê wan nehatiye zanîn.