Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Nûnerên Amerîkayê dijwartirîn reşnivîsên bi dijî Îranê, pesend kirin

11:40 - 17 Nîsan 2024

Piştî êrîşa mûşekî û dironî ya spaha pasdaran a terorîst bo ser Îsraîl, Meclîsa Nûneran a Amerîkayê çend reşnivîs bi dijî rêjîma Îranê pesend kirin ku hekî li Sena ya Amerîkayê de bê erêkirin dê bibe yasa dijî rêjîma Îranê.

Ew reşnivîsane çendîn mijarên wek dirûşma “Ji çem heta Derya Felestîn dê bê azadkirin” li xwe girtiye ku bi dijayetiya eşkere digel Cihû hatiye binavkirin.

Herwisa du ji mijarên din, neçarkirina rêjîma Îranê bi bersivdan “ya berpirsên rêjîmê û herwisa dorpêçan” bo rêgirî ji dorlêdana dorpêçên abûriye li ser rêjîmê ye.

Yasaya bihêzkirina rêkaran bo rêgîrî ji bikaranîna xelkê wek mertal li hember dorpêçan, mijareke din a wan reşnivîsane ye.

Reşnivîsa yasaya rêgirî ji firotina “Kaptagon” ku yek ji madên hişber e, li vê meclîsê de hatiye pesendkirin.

Herwisa reşnivîsa yasaya nefirotin û rêgirî ji neşandina teknolojî bo kiryarên terorîstî mijareke din ji wan reşnivîsan e.

Bacnedan bi barimtegiran, tundtirkirina dorpêçên ser rêjîma Îranê û daxwazkirin ji Yekîtiya Ewropayê bo bi terorîstnasîna spaha pasdaran, mijarên din ên wan reşnivîsane ne.

Hekî Meclîsa Sena ya Amerîkayê jî wan pesendkiriyên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê erê bike, dê ev bibin yasaya Amerîka û bi lezgînî bêne cibicîkirin.