Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesk li Rojhilatê Kurdistanê bêrehmane kurê xwe yê zarok îşkence kiriye

11:51 - 17 Nîsan 2024

Keskî xelkê bajarê Mihabadê kurê xwe îşkence kriye û pêka girte vidyoyên belavbûyî, bi zingîran girê daye lê xelkê ew yeka dîtiye û bi hawara wî kurî ve çone û niha bavê wî kurî hatiye binçavkirin.

Bi sedema pêdegiriya xelkê bajarê Mihabadê, kesekî ku kurê xwe bi zincîran girêdabû û gelek nemirovane îşkence kiriye hatiye binçavkirin û kurê wî ji vê rewşê hatiye rizgarkirin lê pirsgirêkên wî kurî bi sedmê nebûna dayîkê bi awayekî din berdewam e û xelkê mihabadê cehdê dikin ku çareseriyekê bo paşeroja wî kurî peyda bikin ku bikare bi awayekî tendirust bijî.

Rêjîma Îranê bi tenê cehd kiriye ku wî li navenda îslah û perwerde ku gelek caran zarokên binçavkirî jî li wir de radigre, perwerde bike û xuya ye ku bi awayek jiyana reş a wî kurî berdewam dibe, lê rewşenbîr û çalakvanên medenî li bajarê Mihabadê di hewlê de ne ku bikarin jiyanek bi rûmet bo wî kurî dabîn bikin.

Bav û dayîka wî kurî çendîn sal e ku ji hev cuda bûne û ew kur li cem bavê xwe dijiya û bavê wî jî bi sedema nedarî, hejarî û nebûna dahatê, jiyaneke gelek dijwar hebûye û ajansa Kurdpayê jî li vê derheqê de raporek belav kiriye.

Girte vîdeoya îşkence û zincîr kirina wî zarokî ji aliyê babê wî ve, li torên civakî de dengvedanekî zaf hebûye.