Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cezayê 5 sal girtîgeh bi ser bavê şehîdekî şoreşa Jinayê de sepand

12:14 - 17 Nîsan 2024

Dadgeha rêjîmê li bajarê Dêwulanê de 5 sal girtîgeh bi ser bavê şehîdekî şoreşa “Jin Jiyan Azadî” yê binavê şehîd “Riza Lotfî” de sepand.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê dadgeha înqilab a rêjîma Îranê li bajarê Dêwulanê ser bi parêzgeha Sinê, 5 sal girtîgeh bi ser “Kemal Lotfî” yê bavê şehîd “Riza Lutfî” ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibû şehîdkirin, sepandiye.

Pêka vê raporê, dadgeha rêjîmê bi tuhmeta “çalakî li dijî nizam”, yek sal girtîhgeh û tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê Hikûmeta Îranê”, 2 sal girtîgeh û bi tohmeta “bêrêzîkirin bi avakerê komara îslamiya Îranê” 2 sal girtîgeh bi ser bavê wî şehîdî de sepandiye ku bi gelember 5 sal girtîgeh e.

Şehîd “Riza Lotfî” yê temen 20 salî û xelkê bajarê Dêwulanê, yek ji yekemîn şehîdên şoreşa “Jîna”yê bû ku li roja 3yê ya şehîdbûna “Jîna Emînî” yê de li 28ê Xermananê de ji aliyê hêzên serkutker ên garda wije ya rêjîmê ve hate şehîdkirin.