Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agehdariya Navenda Teşkîlata Hizba Dêmokrat bo civaka Kurdistanê

11:16 - 20 Nîsan 2024

Heyameke çend kanalên têlêgiramî û çend peyîcek li Înistagiramê hatine vekirin û hinek kesên nefis nizim wênê yên xelkê bi taybet wêneyên keç û jinên Kurdistanê dadinên û bêrêzî û buxtanan bi wan dikin, hewla lekedarkirina kesayetiya jinên Kurdistanê û çêkirina fitne û netebayîyê di nav malbat û civaka Kurdistanê de didin.

Li gorî wan nûçe û zanyariyên ku giheştine Navenda Teşkîlata hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, dezgehên ewlehî û Îtilaatî yên rejîmê li pişt wan peyîcan de ne, û wekî xûyaye kesên sîxûr û nefis nizim bi mebesta bêrêzî û ajawe çêkirinê wêne û zanyariyên keç û jinan bo wan dişînin ku li wan peyîc û kanalan de belav dikin.

Komara Îslamiya Îranê di heyama 45 salên deselatdariya xwe de bi hemû awayekî dijatiya xelkê Kurdistanê kiriye û her carê bi şêwazekî û li rêkên cor bi cor û dûr ji exlaq, xastiye kêşe û dujminatiyê bêxe nav civaka Kurdistanê, di vê derheqê de xelkê Kurdistanê hertim bi hişyariya xwe pîlanên rejîmê pûç kirine û bi yekrêzî û tebayiyê, pişt û piştevanê hevdû bûne, û nehiştne ku pîlanên rejîmê ser bigirin.

Li pêvajoya şoreşa Jînayê ve heya niha rejîma Komara Îslamî ku tevî serkuta zêde ya Sîstematîk nekariye îradeya civaka xelkê Kurdistanê têk bişkîne, berdewam hewl daye li rêkên cor bi cor tolê li jinên Kurdistan û Îranê bistîne, ji ber vê yekê hevdem digel êrîşa serlinû a hêzên serkutker yên rejîmê bo ser jinan li ser şeqamên Îranê, li rêya çendîn kanal û peyîcan ve êrîş bo ser jinên Kurdistanê jî dest pê kiriye û li rêya bêrêzî û buxtanan, hewla lekedarkirina kesayetiya jinan û çêkirina ajawê di nav malbatan didin.

Navenda Teşkîlata hizba Dêmokrat  a Kurdistana Îranê tevî agehdarkirina hemû civaka xelkê Kurdistanê li vê pîlana rejîmê û şermezarkirina tewaw a wan kanal û peyîcan ku hewla lekedarkirina kesayetiya jinan û keçên nîştimana me didin, radigehîne: her kesek hevkariya wan cure kanal û peyîcan bike, wekî beşek li vê pîlangêriyê tê hisabê û xelkê Kurdistanê li wan xweş nabin.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat

Xakelêweya 1403 an a Rojî