Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê 3 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê binçav kirin

11:26 - 20 Nîsan 2024

3 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve bê belgeya yasayî li malên wan de hatine binçavkirin û bo girtîgehên ewlehî yên rêjîmê hatine veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, li 29ê Xakelêweyê de 3 welatiyên xelkê bajarê Mihabadê ên bi navên “Muhsin Ehmedî Eqedem” kurê “Hesen”, “Resûl Yûsifîazer”  kurê Îbrahîm û herwisa “Hesen Yûsifîazer” kurê “Fetah”, ên xelkê gundê “Befrewan”ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka vê raporê, ew welatiyên Kurd bê belgeya yasayî, li malên wan de hatine binçavkirin û bi armanca lêpirsînê bo girtîgehên ewlehî yên rêjîmê li bajarên “Mihabad û Urmiyê”, hatine veguhastin

Heta niha lipeyketina malbatên wan binçavkiriyan bo agehdarbûn ji rewşa wan, bê encam mane

Heta belavbûnê vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd, li ber dest nîne