Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumenên Pîşeya Gemîranî ya Cîhanê daxwaza parastina gemiyan ji Saziya Netewên yekgirtî dikin

11:29 - 20 Nîsan 2024

Bi sedema dizî û destdirêjiyên rêjîma Îranê bo ser gmiyên ticarî, Encumenên Pîşeya Gemîranî ya Cîhanê daxwaza pareastina germiyên ticarî û melevanan ji Saziya Netewên yekgirtî kir.

Encumenên Pîşeya Gemîranî ya Cîhanê bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaz ji Saziya Netewên Yekgirtî kir ku gemiyên ticarî, melevanên li wan gemiyan ji dizî, revandin û destbiserdegirtinê biparêze û ragihandiye ku destdirêjiyên rêjîma Îranê bi ti awayekê nayêne qebûlkirin.

Li vê daxuyaniyê de tevî îşare kirin bi zêdebûna metirsî li ser gemiyên ticarî û canê melevana, ragihandiye ku li Rojhiolata Navîn de ew metirsî gelek zêde bûne û hewce ye ku Saziya Netewên Yekgirtî, wan biparêze.

Şerxwazî, dizî, destbiserdegirtina gemiyan ji aliyê rêjîma Îranê ve beşek ji nasnameya rêjîma Îranê ye û ew rêjîm dixwaze tevî dizî ji darayiya wan gemiyan, wan wek barimte li hember welatan de bi kar bîne.

Daxuyaniya Encumenên Pîşeya Gemîranî ya Cîhanê li roja Pêncşemî bo Sekreterê giştî yê Saziya Netewên Yekgirtî hatiye şandin û destbiserdegirtina rêjîma Îranê bi ser gemiya ticarî ya “MSC Arîs” bi tundî hatiye şermezarkirin û hatiye ragihandin ku ev yeka bi ti awayekê ji rêjîma Îranê nayê qebûlkirin.