Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 8 milyon Dolar ên Hemasê li xezê de peyda kiriye

11:31 - 20 Nîsan 2024

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku 8 milyon Dolar ên Hemasê ku li Xezê de hatiye peydakirin, dest bi ser de girtiye, ew yeka li halekê de ye ku xercê Hemasê ji aliyê rêjîma Îranê ve tê dabînkirin.

Wezareta Derve ya Îsraîlê Ragihand ku li Xezê de dest bi ser 8 milyon Dolar ên Hemasê de girtiye û li vê derheqê de girte vîdyoyek belav kiriye, heta niha li çendîn cihan de belgeyên şandina diraf ji Îranê bo berpirsên Hemasê, kevtine destê Artêşa Îsraîl ku hejmarek ji wan hatine belavkirin.

Rêjîma Îranê, cebilxane, zanyarî û hewcehiyên malî yên Hemasê û herwisa xercê xweşbijîviya berpirsên Hemasê dabîn dike.

Li heyama şerê Xezê de çendîn belge kevtine destê Artêşa Îsraîl ku dide xuya rêjîma Îranê çendîn caran, dehan milyon Dolar bo berpirsên Hemasê şandine ku beşek ji wî dirafî li wî şerî de kevtiye destê Artêşa Îsraîl.

Wezareta Derve ya Îsraîlê, girte vîdyoya destdanîn li ser 8 milyon Dolar ên Hemasê belav kiriye ku li vê dawiyê ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve li Xezê û cihê mana milîsên Hemasê de peyda kirine.

Li halekê de ku piraniya xelkê Îranê li hejariyê de dijîn, dahata xelkê Îranê xercê şerxwazî û xweşbijîviya milîsên Hemasê û geşedan bi terorîzma navnetewî dibe.