Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafê Mirovê Îranê li derheq mirina Îbrahîm Reîsî, daxuyaniyek belav kir

12:58 - 21 Gulan 2024

Saziya Mafê Mirovê Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq mirina Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê û serokê berê yê dezgeha dad a rêjîmê, ragihand ku mirina Reîsî, dosyeya cinayetên wî girê nade.

Saziya Mafê Mirovê Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku “Îbrahîm Reîsî sembola parastîbûn ji  dadgehîkirin bo cinayetkaran û bersvnedana binyatîbûyî li rêjîma Îslamiya Îranê ye û tevî ku berpirsayetiya rasterast a bidarvekirina hezaran girtiyên siyasî li havîna sala 1367 û salên din de ye, berpirsê wan cinayetane ye ku hêj hemû aliyên vê eşkere nebûne”.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “ Ew saziye tevî rêzgirtin ji yada hezaran jin û mêrên ku li 4 dehikên derbasbûyî de bûne qurbaniyê cinayetên Îbrahîm Reîsî û rêjîma Îslamiya Îranê, em hivîdar in ku li dadgeheke dadperwerane de pêregihîştin bi dosyeya Reîsî û berpirsên rêjîma Îslamiya Îranê û bikerên cinayet li dijî mirovahiyê, bê kirin.

Berpirsê vê saziyê “Mehmûd Emîrîmuqedem” daye zanîn ku “Îbrahîm Reîsî” li heyama serkomariya xwe de li serkuta nerizayetiyên sala 1388 û bidarvekirina dijberan ên piştî vê salê û sedan bidarvekirinên din de rola rasterast hebû û li serdema serkatiya wî li dezgeha dad a rêjîmê de jî li bidarvekirina zêdetir ji 400 kesî de rola bingehîn hebûye.