Li heyama serkomariya Îbrahîm Reîsî de zêdetir ji 119 kolber hatine kuştin û zêdetir ji 785 kolber jî hatine birîndarkirin ku li serhev 904 kolber birîndar bûne an hatine kuştin.
Pêka rapora “Kolber News”ê li heyama serkomariya Îbrahîm Reîsî de, ji 12ê Gelawêja 1400 heta roja Yekşemî 30ê Banemerê, zêdetir ji 119 kolber hatine kuştin û zêdetir ji 785 kolber jî hatine birîndarkirin ku li serhev 904 kolber birîndar bûne an hatine kuştin ku %76 a wan bi sedema teqeya rasterast a hêzên rêjîmê bûne.
Herwisa “Kolber News” lîsteyek ji vê yekê belav kiriye ku pêka wî listî, li sala 1400 a rojî, ji 12ê Gelawêjê heta dawiya vê salê, 18 kolber hatine kuştin û 120 kolber jî hatine birîndarkirin ku bi gelembper, 138 halet bûne.
Pêka wî listî, li sala 1401 a rojî de jî 39 kolber hatine kuştin û 195 kolber jî hjatine birîndarkirin ku gelempera wan 234 halet in û li sala 1402 a rojî de jî 44 kolber hatine kuştin û 400 kolber hatine birîndarkirin ku gelempera wan 444 halet bûne û li sala 1403 a rojî heta mirina Îbrahîm Reîsî, 18 kolber hatine kuştin û 70 kolber jî, hatine birîndarkirin ku gelempera wan 88 halet in.
Bi gelemper 119 kolber li wan salan de hatine kuştin û 785 kolber hatine birîndarkirin ku gelempera wan 904 halet in.