Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destnekevtin û bilindbûna nirxa dermanên şewatê li Îranê bûye pirsgirêkek micid

11:59 - 22 Gulan 2024

Derman û hewcehiyên çareserkirina birînên şewatê û herwisa bilindbûna nirxa wan li Îranê bûye sedem ku li nexweşaneyan de pitira nexweşan ji çareserî û dermanên hewce bêpar bimînin.

Berpirsê nexweşxaneya “Motehherî” ya bûyerên şewata li bajarê Têhranê “Mistefa Dêhmerdêyî” tevî îşarekirin bi vê yekê ku beşek ji alavên çareserkirina birînên şewatê li ti nexweşxaneyeke Îranê de bi rêya bîmeyan ve nayêne dabînkirin û bîme wan alav û dermanan li xwe nagire, got ku nirxa dermanên Şewatê gelek bilind bûne.

Herwisa navbirî gotiye ku bi sedema bilindbûna nirxan, me li dabînkirina pansimanên nûtir ên şewatê, melhemên dije şewat û kincê şewatê, pirsgirêk hene”.

Bîmeya bêwec, pirsgirêkeke micid li seranserê Îranê ye û dermanên bingehîn û yên ku hestuiyar in, ji aliyê îdareya bîmeyê ve li sîstema bîmeyê de nehatine cihgîrkirin û xelk neçar e bo parastina can û tendirustiya xwe wan dermanan li bazaran de bi nirxa azad bikire lê bi sedema hejarî û destkurtî, gelek ji wan  nikarin dermann dabîn bikin û ew yek dibe gef li ser can û tendirustiya wan.

Ji aliyê din ve kirîza aborî û enflasiyona serberdayî û diyarîkirina nirxan li bazaran de ji aliyê delalan ve, rewşeke wiha aloz û dijwar çê kiriye ku hejar ji pitira çarteseriya dermanî bêpar bimînin ku paşhatên giran û hinek caran xisarên canî li pey xwe tîne.