Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqîna mînê welatiyekî canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûn

12:21 - 22 Gulan 2024

Bi sedema teqîna mînê li bilindahiyên çiyayê “Kêleşîn”ê, welatiyekî canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne ku bo navendên dermanî hatine vegihastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, piştînîvroya roja Sêşemî 1ê Cozerdanê,  3 welatiyên xelkê gundê Mîrawê, ser bi bajarê Şino yên bi navê “Îsmaîl Ezewzeme temen 37 salî”, û du bira yên bi navên “Seyîd Hêmin Mûsewî yê temen 27 salî û seyîd Hadî Mûsewî yê temen 26 salî ” bi armanca çinîna pincarê biharê li bilindahiyên çiyayê “Kêleşîn”ê de kevtine nav meydana mînê ku li encam de “Îsmaîl Ezewzeme” canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne.

Pêka vê raporê, “Seyîd Hêmin Mûsewî û seyîd Hadî Mûsewî” bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine vegihastin.

Li halekê de ku zêdetir ji 42 hezar kîlometrên 2cî meydanên mînan ên şerê Îran û Îraqê heta niha jî mane, rêjîma Îranê roj bi roj wan meydanên mînan ku piranî li axa Kurdistanê de ne, rêjeya wan zêdetir dike li wan çend salên dawiyê de spaha pasdaran a terorîst li sinorên çiyayê“Kêleşîn”ê de hem meydanên mînan berfirehtir kirine û hem hejmareke nerohn û bê xerîte meydanên mînên nû li wan sînoran de danîne.