Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rêjîmê bo daxistina bazaran li bajarê Mihabadê, givaş xistine ser dukandaran

12:24 - 22 Gulan 2024

Dukandarên bazara “Esxerî” û “Tanakura” ya bajarê Mihabadê, kevtine jêr givaşa zede ya hêzên ewlehî ku li roja bi axspartina Îbrahîm Reîsî de dukan û bazarên xwe dabixin.

Pêka rapora Kurdpayê, navendên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Mihabadê, huşdarî dane birêveberên bazarên “Esxerî û Tanakura” ku li egera vekirîbûna wan bazaran li roja bi axspartina Îbrahîm Reîsî, dê rastî reftreke gelek tund bibin.

Rêjîma Îranê li roja Çarşemî 2ê Xermananê, bi sedema bi axspartina Îbrahîm Reîsî û Husên Emîrebdullahiya û heyeta digel wan, taziya giştî ragihandiye.

Herwisa hêzên ewlehî yên rêjîmê li rojên piştî mirina Reîsî û kesên digel wî li kevtinexwarê ya hêlîkopterê de li derdora pira “Şehîd Şemal” cihgîr bûne ku rêgirî ji şayî û keyfxweşiya xelkê bikin.

Bajarê Mihabadê bi sedema bazara “Tanakura” û bzarên din ên ticarî, yek ji cihên hatina geştiyarên parêzgeha Urmiyê ye û bilî cêşnên netewî yên Kurdistanê, bazar û dukanên wî bajarî li çi rewşekê de nayêne daxistin û li pişû û rêûresmên hikûmî de jî dukan û bazarên wî bajarî, vekirine.