Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihand: “Mirina Reîsî nabe sedem ku rol û berpirsayetiya wî li encamdana cinayetan de bê jibîrkirin”.
Hevdem digel bi rêveçona rêûresma binaxkirina Îbrahîm Reîsî, Saziya Lêbihorîna navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku mirina Îbrahîm Reîsî nabe sedem ku lipeyketin bo bersivdan bi qurbaniyên “mîrata şûm” a binpêkirina mafê mirov bê sekinandin.
Cihgira Birêveberê Deverî ya Saziya Lêbihorîna Navnetewî ya beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê, “Diyana El-Tehawî” got: “hewce bû ku Îbrahîm Reîsê heta dema ku zindî bû, bi sedema encamdana cinayet li dijî mirovahiyê, hatiba dadgehîkirin”.
Herwisa vê berpirsa Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi tekezî ragihand: “li heyama wan çend dehikan de li Îranê, tawankarên ku berpirsayetiya sizadanê hebûne, ji parastîbûna sîstematîk a desthilatdar li Îranê ji parastîbûn ji lipeyketina yasayî, mifah vergirtine.
Herwisa “Diyana El-Tehawî” tekez kiriye ku Îbrahîm Reîsî bi awayê rasterast li bêserûşûnkirina bi zorê û bidarvekirinên neyasayî ya hezaran kes ji dijberên siyasî yên rêjîma Îranê li dehika 60an û herwisa kuştina neyasayî, binçavkirinê xoserane, bêserûşûnkirina bi zorê û îşkencekirina hezaran neraziyan li heyama desthilata wî li dezgeha dad û dezgeha birêveberiya rêjîmê rol hebûye an çavdêrî bi ser encamdana wan cinayetan de kiriye.
Herwisa li vê daxuyaniyê de îşare bi rol û çavdêriya Îbrahîm Reîsî li îşkencekirin, azardan û reftara tundûtîj digel jin û keçan hatiye kirin.