27 welatên Yekîtiya Ewropayê lihev kirin ku 10 kes an navendên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde bikin.
Nûçegihaniya “Reuters”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku 27 welatên Yekîtiya Ewropayê bi sedema êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê û kiryarên milîsên ser bi vê rêjîmê li Rojhilata Navîn û deryaya Sor û piştevaniya leşkerî li Rûsiyê li êrîşa bo ser Ukraynê, lihev kirin ku 10 kes û navendên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde bikin.
Yekîtiya Ewropayê piştî êrîşa diron û mûşekî bo ser Îsraîlê li 25ê Xakelêweya îsal, biryar dabû ku dorpçên li ser rêjîma Îranê zêdetir bike.
Li vê rapora “Reuters”ê de navê kes an navendên ku Yekîtiya Ewropayê li lîstê dorpêçan zêde kirine, belav nekiriye.
Rêjîma Îranê tevî ku înkar dike hezaran diron û mûşek bo Rûsiyê şandine ku li kuştina xelkê medenî yên Ukraynê û kawilkirina wî welatî de hatine bikaranin, herwisa milîsên ser bi rêjîma Îranê li Yemen, Sûriye, Îraq, Lubnan û Felestînê de bi cebilxaneya rêjîma Îranê ku bê beranber ji aliyê rêjîma Îranê ve bi armanca afirandina fitneyan hatine şandin, êrîşê bo ser aramiya deryayî û alozkirina deverê û Îsraîlê dike.