Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya hejarî ji sala 1396ê ve %50 zêde bûye

12:04 - 23 Gulan 2024

Li Îranê de rêjeya hejarî ji sala 1396 a Rojî ve heta sala 1403 a Rojî, %50 zêde bûye lê bûdceya taybet bo nehiştina hejarî li sala 1390 a Rojî digel bûdceyê ya sala 1403 a Rojî, her yek rêje ye.

Pêka rapora ku navenda lêkolîn a meclîsa rêjîmê belav kiriye, ji sala 1396 a rojî ve, rêjeya hejarî li Îranê de %50 zêde bûye lê li hember de bûdceya diyarîkirî bo nehiştina hejarî li Îranê, her ew rêje ye ku li sala 1390 a rojî de bo nehiştina hejariyê hatibû diyarîkirin.

Pêka amarên rêjîmê heşîmeta hejaran li sala 1403 a Rojî, 10 milyon ji heşîmeta hejaran a sala 1390 zêdetir e lê bûdceya diyarîkirî her yek rêje ye.

Li halekê de ku rêjeya hejaran li Îranê de gelek ji amarên belavbûyî yên rêjîmê zêdetir e, lê bûdceya diyarîkirî bo hejaran tevî ku her ew nirxa sala 1390 a rojî ye, nirxa bilindbûna enflasiyonê jî ku çendîn qat zêdetir bûye, nehatiye hesibandin.

Hejarî li Îranê de bi qasekê zêde bûye ku heta qata navîn ya civaka Îranê jî rastî birsîtiyê hatiye û zêdetir ji nîveya heşîmeta qata navîn ya civaka Îranê bi tenê dikarin %50 a xwarina hewce bo malbatên xwe dabîn bikin.