Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ciwanekî xelkê Şinoyê binçav kirin

11:40 - 4 Gulan 2024

Ciwanekî xelkê gundê “Alkawê” ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Arman Îbrahîmî” yê xelkê gundê “Alkawê” ser bi bajarê Şinoyê li roja Pêncşemî 13ê Banemerê ji aliyê hêzên ewlehî vê bê hebûne ti belgeyeke yasasyî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka vê raporê, lipeyketinên malbata “Arman Îbrahîmî” bo agehdarbûn ji qedera wî bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi Ser “Arman Îbrahîmî û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.