Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOMê ragihand ku 4 dironên Hûsiyên Yemenê xistine xwarê

12:23 - 23 Gulan 2024

Li halekê de ku Hûsiyên Yemenê ragihandine ku balafirxaneya El-Hedîde ji aliyê Amerîka û Birîtaniyayê ve hatiye bombebarankirin, CENTCOMê ragihand ku 4 dironên Hûsiyên Yemenê xistine xwarê,

CENTCOMê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X”de daye zanîn ku li roja Çarşemî 2ê Cozerdanê, li demjimêr 4 û 15 xulekên piştînîvro, 4 dironên Hûsiyên Yemenê li devera li jêr kontrola wan milîsên ser bi rêjîma Îranê kirine armanc û xistine xwarê.

Herwisa li peyama CENTCOMê de hatiye: “Hêzên me agehdar bûn ku ew diron gefeke  lezgîn bo ser hêzên Amerîka, hêzên hevpeymanan û gemiyên ticarî li deverê ne”.

Herwisa Husiyên Yemenê jî ragihandine ku li roja Çarşemiyê 2ê cozerdanê, Amerîka û Birîtaniyayê, 6 caran  balafirxaneya navnetewî ya “El-Hedîde li rojavalê Yemenê, bombebaran kirine lê ti basek ji xisarên canî û malî yên wan bombebaran nekiriye.

Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve heta niha, Hûsiyên Yemenê zêdetir ji 140 êrîşên dironî û mûşekî bo ser gemiyên ticarî li deryaya sor û kendava “Eden”ê de kirine ku cebilxane û hewcehiyêbn malî yên wan êrîşan ji aliyê rêjîma Îranê ve têne dabînkirin.