Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran û beşek ji milîsên ser bi rêjîmê, kombûnek lidar xistin

11:11 - 25 Gulan 2024

Fermandeyên spaha pasdaran a terorîst digel hejmarek ji berpirsên milîsên ser bi rêjîma Îranê yên “Yemen, felistîn û Lubnan”ê kombûnek lidar xistin.

Fermandeyên spaha pasdaran a terorîst ên wek pasdar “Husên Selamî” fermabndeyê giştî yê spaha pasdarana tirorîst û pasdar “Îsmaîl Qaanî” yê fermandeyê çiqa spaha Quds a tirorîst, digel hejmarek ji berpirsên milîsên ser bi rêjîma Îranê yên welatên “Felistîn, Lubnan û Yemen”ê kombûnek lidar xistin.

Pêka rapora belavbûyî li vê kombûnê de dawî rewşa siyasî, civakî û leşkeriyên deverê û êrîşa “Tûfan el-Eqsa” û rola milîsên ser bi rêjîmê hatiye gengeşekirin û pêdegirî li ser berdewamiya şer digel Îsraîlê bi beşdarî û hevkariya hemû milîsên ser bi rêjîmê li vê yekê de hatiye kirin.

Vê pêkê rêjîma Îranê bi rêya milîsên girêdayî bi xwe, dixwaze şer digel Îsraîlê berfirehtir bike ku li encam de çend welatên din jî dê rastî qedera Xezê bên û bêne kawilkirin ku ev yeka armanca rêjîma Îranê ye jî ku wan welatan kawil bike û xelkê wan bide kuştin.