Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Nesrullah ragihand Îranê bi dana diraf, çek, perwerde, alîkariya wan dike

11:14 - 25 Gulan 2024

Serokê milîsên Hizbullha Lubnanê tevî îşarekirin bi şandina diraf, çek, pisporî û ceribandin alîkariy milîsên ser bi rêjîmê dike û ragihand ku Îbrahîm Reîsî gelek pêbendê vê yekê bû.

Roja Înê 4ê Cozerdanê  “Hesen Nesrullah”ê serokê milîsên Hizbullha Lubnanê tevî îşarekirin bi şandina diraf, çek, perwerde, pisporî û ceribandin” bo milîsên ser bi rêjîmê, alîkariyê dide wan û ragihand ku Îbrahîm Reîsî gelek pêbendê vê yekê bû.

Herwisa navbirî li derheq wezîrê derve yê rêjîmê ku digel Reîsî li kevtina xwarêye Hilêkoptêrê de hat kuştin, tevî îşarekirin bi rola “Husên Emîrebdullahiyan” bo şandina wan alîkariyan bo girûêpn Filestînî, Lubnanî û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê got: navbirî gelek hogirî bi wan girûpan hebû.

Hizbullha Lubnanê piştî mirina wan berpirsên rêjîmê wêneyên Îbrahîm Reîsî li binkeyeke leşkerî ya Hizbullahê ku pêka ragihandinên rêjîma Îslamiya Îranê binkeya Hizbullah li devera “Êqlîm El-Tifah” li başûrê Lubnanê bûye, belav kir û da zanîn ku Îbrahîm Reîsî, hertim dixwest her karek ku bikare, bo wan milîsan bike.